Hiner Selîm fîlmekî nû kişand, dê Hezîranê were pêşandan

Published on Nisan 14, 2018, 4:43 ö.s.

Derhênerê navdar ê kurd Hiner Selîm fîlmeke nû ya bi navê ‘Kî Ledivanezley kuşt?' kişand û biryar e fîlm di meha Hezîranê de were pêşnadan.

Selim fîlmê derbarê fîlmî de ragihand, ku wan piraniya dîmenên vê fîlmê li Girava Mezin ya Stenbolê tomar kirine.

'FÎLM LI SER JINEKE AMERÎKÎ YE KU BO ROMANKIRINA JIYANA KURDEKÎ TÊ TIRKIYÊ Û LI WIR TÊ KUŞTIN'

Derbarê naveroka fîlmê de Selîm Rûdawê re axivî got: "Jineke amerîkî ji bo romankirina jiyana kurdekî tê Tirkiyê û li Girava Mezin di mala xwe de tê kuştin. Paşê polîs dikevin pey kujeran û bi vî awayî eşkere dibe, ku ew jin ji ber romana xwe hatiye kuştin."

FÎLM BI ŞIRÎKATIYA TIRKIYE, FRANSA Û BELÇÎKA HATIYE AMADEKIRIN'

Bi gotina derhêner fîlm di sal û nîvekê de hatiye amade kirin û di meha Hezîranê de dê li Parîs, Brûksel, Cinêv, berlin û paytextên din ên Ewropayê were pêşandan. Di fîlmê de lîstokvanên weke Mehmet Kurtuluş, Ezgi Mola, Mesut Akusta û Korkmaz Arslan cîh digrin. Fîlm bi şîrîkatiya Fransa, Belçîka û Tirkiyê hatiye amadekirin.

Derhênerê navdar Hiner Selîm xwediyê 13 fîlman û romaneke bi navê "Tifinga Bavê Min" a bi zimanê Fransî ye. Herwiha romana wî ji bo zimanên Îngîlîzî, Yûnanî û Tamîlî jî hatiye wergerandin. Bi fîlmê xwe yê bi navê Vodka û Lîmon di Festîvala Fîlman a Venedîkê de "Xelata San Marco" wergirt. Di sala 2005ê de Wezîrê Rewşenbîrî yê Fransayê Renaud Donnedieu de Vabres nasnava prestîj a "Chevalier des Arts et Lettres" da derhênerê Kurd.

Hiner Selîm di 9ê Adara 1964ê li navçeya Akrê ya ser bi Duhokê ji dayik bûye û 17 saliya xwe de çûye Îtalyayê li wir zanîngeh xwendiye. Selîm paşê li Fransayê jiya ye û di sala 2007ê de fîlma bi navê Dola Tembûran çêkir. Di fîlmê de hunermendê navdar Ciwan Haco jî lîst.